8/04/2007

Ez Hackereke Azad im

Merheba Hevalno
Hûnê bêjin hackerê azad çawa dibe :)
Ez bêjim ji we re.Hackeriya min li koma cmg-team destpêkir.
Ez ji wê komê li derbarê hackeriyê hin tişt hînbûm ez heqê wan naxwim.
Min gelek êrîşan li ser navê wan kir.
ulkucusiteler.com ulkucuhackerteam.org û her wekî din ji aliyê min li ser navê wan hatine hackkirin.Lê belê piştî demekî min dît ku endamên çar rojî ji me biqîmettir tê dîtin.
Min rexneya xwe kir li forûma wan.Lê belê bersîva wan çi be xweş e ?
Mesajên min hatin jêbirin.Erê yabo xweş e.
Min jî go êdî ez dev ji van qeşmeran berdidim.
Yanî çîroka azadbûna min ev e :)

Merheba Hevalno

Hevalno hûn bixêr hatin rûpela min.
Ez Xerîbo. Di xirakirina malperan de dixebitim yanî hackkirin :)
Her çi qas ku ez ji xwe re dibêjim hacker jî ez ne hacker im.
Vê karê wek hobîyekê dikim.Dema ku bêhna min teng dibe ez destê xwe davêjim karê hackerîyê :)
Bi fikrê min hackkirin bi kêrî ti tiştî nayê.Ji ber ku çi qas jî hacker bi qewet bin jî malpersaz ji wan bi qewettir in.Yanî dema ku hackerek malperekî hack dike piştî demeke kin dîsa ew malpera hackbûyî vedibe û ji berê xûrttir jî dibe.
Niha ez bi tenê li ser malperên tirkên faşîst û ulkucu yan hackkirin dikim.Yanî ez destê xwe nadin feqîran :)

Heke tu bixwazî malperên ku min hackkirine bibînî li vê malperê binêre
http://old.zone-h.org/en/defacements/filter/filter_defacer=Xeribo/

Not : Ji xeynî van min hin hackkirinên din jî kir.Lê belê ji ber ku ew li ser navê ColdHackers hatine kirin li vê lîsteyê tune

Heke tu bixwazî bi min re têkevî têkilîyê e-maila min li jêrê ye
x3r1b0@hotmail.de

Not : Ez msn bikarnaynim bi tenê e-mail !